Kurdische Gedichte
BERDE Ger bême kustin rojek Di navbe ra zemherî de Demekê berbanga siba Ger hinek kelepçe bigirin destê xwe Berde! Bila neyên kustin hêvîya me Lê Bila em bêne kustin
DIXWAZIM Dixwazim ez te Dixwazim ji kûraya dilê xwe Ji dîroka salên borî Ji tuneya demên wendabûyî Û Ji rojên ku ne hatiye jîyan...
Dixwazim ez te Dixwazim ji çîyayên bi mij û dûman Ji zarokên çavres û pozçilmî Ji perperokên azad û rengîn Û Ji evînên ne dîtî.. ne jîyayî...
LI KÛ DERÊ JIYAN Li kû derê jîyan li wê derêyî tu Ger hêvî ger evîn Yan jî dilovanîya azadî Li we derêyî tu Heke evîndarîtî hebe dil azad Heke koledarîyê dibihîzî heta temarê xwe Yan jî Qijîna hewaran heya qiriqa xwe Wek gûlleyê agiran hember zilm û zordarîyê Li we derêyî tu Yan bi dil û can dikenî Li we derêyî tu Li ku derê zilm û zordar hebin
Di ser wan de wekê brûskan Li we derêyî tu Ez dinêrime
Di nav belekên çavê te Di nav bê dawîtî û bê sînorî de Sterka sîn Stêrk diçirisin Û ez dixwiyim Bi mîlyonan mrov û jin û zaroyan re Di nav heftrengê de Li kû derê jiyan Li we derêyî tue
NAYÊN GIRTIN Nayên girtin di heps û zindanan de roniya jiyanê Nayên girtin ne agirê Prometa û ne agirê Kawa Nayên girtin ne tirêj û ne jî ronahiya stêrkan Nayên girtin xosexosa dilê evindaran Nayên girtin çrûskên çavê zarokên bindestan Nayên girtin xisma dilên mazlûman
Ji ber ku mina wan hêvîya azadîyê me Ji ber ku mina wan evina serxwebûnê me Nayên girtin ronahiya me... ZANÎSTÎ Xisma me wek Ferat Evina me Ararat Hînbûna harî ji Dîjle Leyîya welat Girên qurre ji Nemrûd Ji ber vê yekêye ku
Ji agirê Zerdest û Kawa dizanin Zarokên me bûn zana Bibêjin ka xayîntî û koletî ji kîye? AXA ev çend mal û milk ev çend dirav û zêr û bêdadiya min nekarî rawestîne mirinê min digot wê em ne tê de bin çima em haydan nedan?
BIDE BAYÊK ilameke birîndar Li dengbêjekî digere ji xwe re Çemeke rû rûçikî û bi kovan Li deryayekê Û tu Evdala xwedê Pepûka çar bira Li nepeniyekê Li hembêzeke kezebþewat Da xwe bispêre. Ma ne em bûn Xwediyê 28 raperînan Ji bayê siviktir Ji baranê nermtir Xweþikkerê jiyana bi wate Û dîsa jî ma ne em bûn Delala dîroka pîr û kal Sewiya heft bava Çi qas bi wate be jî Bêdengî li te nayê Rahêje, hilgire Bila di destê te de be dil Ev mêjûya þil Ev jiyana bi kul Bide bayê Xwe rizgar ke da tu bibî mînak ji mirovahiyê re lvê dinyayê. DAYIK va bêbavan pirtukên pîroz jî nexwendine ji evînê bê par in berxê min di dergûþê de ma destên min bûn dareke hiþk û me hev hembêz nekir.
DERGÛÞ çi bêjim bê feyde ye hatin û çûn a min bi hev ra ji xwe hê nav jî li min nehatibû kirin. DIXWAZIM BIGIRÎM ÎÞEV Di koçkirina we de Ez jî sûcdar im Li min biborin Stran diþewitîn Ewr di þînê de bûn Gund Sewal û Bajar hawar bi hawar... Ji min nehat Min nekarî malmîratê Biqîrim Bigirîm Û stranekê bavêjim ser evîna me Mîna bûkekê bixemilînim Xêlî li bejn û bala bêjeyan kim Û helbestekê qene bihonim An di dest da qevdek gul Werim ser termên birayên xwe Erê Dil heval Lê pêçî neyar Çav har Û dijwar bû dansal Berf dibariya li ser bajaran Ez hêvî dikim mirovno!
Bila kes li deriyê dilê min nexe îþev Dixwazim bigirîm Têra xwe DÎROK bû deqek tenî rûniþt li ser eniya min navê te Helebçe EM JI NIFÞEKE NÛ NE Em ji nifþeke nû ne Stranên me spî ne Neviyê feqî, lawê Seyîd Riza ne Fermo asogehên me bibîne. Em ji nifþeke nû ne Diltenik, awazxweþ, gerdûnî ne Pakiq dikin ji gemarî jiyanê Li sifreya dilê we datîne. Em ji nifþeke nû ne Serbilind, azadîxwaz, serdemî ne Yê silavê nebire ji me Sedî sed bihuþtî ne.